Jinan ji her derê cîhanê li dijî qedexeya Talîbanê helbest xwedin

Li dijî zagona ku Talîbanê derxist û tê de qedexekirin ku dengê jinan were bihîstin, ji her derê cîhanê jin vîdyoyên stran û helbestan parve dikin û bang li her kesê dikin ku li dijî polîtîkayên dijberî jinan rawestin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Li dijî ‘Wezareta Pêşîgirtina Bêexlaqî û Belavkirina Dilpakiyê’ ya li Afganistanê hatiye derxistin û tê de bihîstina dengê jinan tê qedexekirin, jinan çalakiyên xwe mezin kirin.

Li dijî qedexeya ku li her derê cîhanê rastî bertekan hat, bi hezaran jinên Afganistanî li ser medyaya dîjîtal bi etîketa #AWomansVoiceIsNotAwrat zagona nû ya Talîbanê bi helbest û stranan şermezar dikin vîdyoyan diweşînin.

Rojnameger û parêzvana mafên jinan jinan Roqia Sadeghî, derûnînas û aktivîsta mafên jinan Yalda Ahmad û aktivîsta mafên zarokan Mîna Askar, bi helbestên ku xwendin vê zagonê şermezar kirin.